Dinya

Berdevkê Hikûmeta Îranê Rebî: Me heta niha ji ekîba Biden tu peyam nesitandiye

Önder Beyter  | 19.01.2021 - Rojanekırın : 20.01.2021
Berdevkê Hikûmeta Îranê Rebî: Me heta niha ji ekîba Biden tu peyam nesitandiye

Istanbul

Berdevkê Hikûmeta Îranê Elî Rebî diyar kir, wan heta niha ji Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden tu peyam wernegirtiye ku ew ê li peymana nukleerê vegerin.

Li gorî têlevîzyona dewleta Îranê, Rebî di civîna çapemeniyê ku li Tehranê li dar xist da, peymana nukleerê ku wekî Plana Çalakiya Hevbeş a Berfireh tê zanîn û 2015an di navbera 5 endamên mayînde yên KENYyê, Almanya û her wiha Îranê da hat îmzekirin, nirxand.

Rebî wiha got, "Me heta niha ji ekîba Biden tu peyam nesitandiye (ku Amerîka dê li peymana nukleerê vegere). Heger em ji wê yekê qanî nebin ku Amerîka dê peymanê bêşert û merc bîne cih, wê demê wateya wê yekê tuneye ku em hevdîtinê bikin."

Rebî bal kişand ku rêveberiya Tehranê li ser cîbicîkirina deqê peymanê hûr bûye û daxwaza wê ya ji aliyên din ên peyamanê jî ev e û wiha dewam kir, "Îranê berî niha gelek caran şertên xwe yên der heqê vegera Amerîkayê ya li ser peymanê da anîn rojevê. Hikûmeta Amerîkayê beriya her tiştî divê berpirsyariyên xwe yên di peymana nukleerê da bîne cih û her wiha divê biryara KENYyê ya nimro 2231 bîne cih."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.