WASHINGTON
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kerry û Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (SMDK) Ahmed el-Carba hevdîtin kirin.
Carba di serdana xwe ya Washingtonê de bi Kerry re li Wezareta Karên Derve ya DYAyê hat bal hev. Kerry di daxuyaniya xwe ya ku beriya civînê da de destnîşan kir ku koalîsyona neteweyî ya Sûriyeyê ku Carba ava kiriye dê hemû gelê Sûriyeyê biparêze.
Kerry diyar kir ku koalîsyona Sûriyeyê berdevkiya hemû welatiyên ku li Sûriyeyê bi salan e di bin zilm û zordariya rejimê de ne dike û DYA jî ji bo şirîktiya bi koalîsyonê re gavên girîng diavêje.
Carba jî ji ber piştgiriya ku DYA dide gelê Sûriyeyê spas kir û wiha got: "Gelê Sûriyeyê DYAyê li gor welatên din bi hêz û pir jêhatî dibîne." Carba di axaftina xwe de got ku daxwaza wan ew e dewleteke ku hemû kêmnetewên Sûriyeyê tê de cih digrin ava bikin û bi hev du re bijîn.