Önder Beyter
07 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2017
NEW YORK
Hat ragihandin, Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya ku sibê divice wê li ser biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku Qudis wekî "paytextê Îsraîlê" nas kir, raweste.
Li gorî agahiya ku dîplomatên Neteweyên Yekbûyî (NY) dan çapemeniya Amerîkayê, li ser daxwaza 8 endamên konseyê civîna navborî wê roja înê were kirin.
Hat destnîşankirin ku Fransa, Bolîvya, Misir, Îtalya, Senegal, Swêd, Îngiltere û Urugayê daxwaza civînê kirin.
Ji hêla din va, Nûnera Mayînde ya Amerîkayê li NYyê Nikki Haleyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da piştgirî da biryara Trump û wiha got, "Îro serok ji bo biryareke derengmayî gaveke wêrek û dîrokî avêt."
Serokê Amerîkayê Trump di civîna xwe ya çapemeniyê da berevajiyê biryara KENYyê ya 478an a ku di 1980yan da hatibû qebûlkirin û bi destê Îsraîlê îlhaqkirina Qudsa Rojhilat û wekî paytext îlankirina wê netê qebûl kiribû, wiha got, "Êdî wextê wê hatiye ku em Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas bikin."
Trump ji xeynî van daxuyandibû ku wî telîmat da Wezareta Karên Derva da ku dest bi amadekariyên veguhastina balyozxaneyê ji Tel Avîvê bo Qudsê bikin.
- Dagirkeriya nîvqirnî ya li Qudsê derbasî qonaxeke nû bû
Îsraîla ku Qudsa Rojhilat di 5ê Hezîrana 1967an da dagir kir, di 1980yan da bi awayekî yekalî milê rojava û rojhilat ê bajêr wekî "paytextê xwe yê yekbûyî" ragihandibû.
KENYyê jî bi biryara xwe ya 478an a ku di 1980yan wekî paytextê Îsraîlê îlhaq û îlankirina Qudsê red kiribû.
Di çarçoveya biryara KENYyê da Amerîka jî tevda civaka navneteweyî qebûl dike ku Qudsa Rojhilat di bin dagirkeriyê da ye. Hemû welatên ku rêveberiya Îsraîlê nas dikin, balyozxaneyên wan li Tel Avîvê ne. Tu welat Qudsê an jî milê wê yê rojhilat an jî rojava wekî paytext qebûl nake.
Amerîka bi hemleya Trump va bû yekemîn welat ku Qudsê wekî paytexta Îsraîlê qebûl dike.
Rêverberiya Trump a ku berteka civaka navneteweyî kişand ser xwe, hişyariyên wekî herêm wê totî nava kaosê be û nakokiya Îsraîl-Ereb wê bêtir gilûgij be paşguh kir.