Sevim Hatun
07 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokê Biroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye li ser daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump got: "Em dixwazin ji sibê şûn de li dijî biryara Amerîkayê întifadeyek nû were destpêkirin."
Heniyye, li ofîsa xwe ya Xezzeyê daxuyaniya çapemeniyê da û daxwaz kir ku pêvajoya aştiyê bidawî were û wiha axivî: "Em ji rêveberiya Filîstînê dixwazin îlan bike ku ji Peymana Osloyê derketiye. Biryara Amerîkayê ya der barê Qudsê de destpêka pêvajoyeke nû ya siyasî ye. Pêvajoya aştiyê jî heta ebediyetê hatiye binaxkirin."
Heniyye ji welatên Misilman û Erebî jî daxwaz kir ku Amerîkayê boykot bikin û wiha dewam kir
"Îdî peymana aştiyê û pêvajoya aştiyê nemaye. Xelkê Filîstînê piştî biryara Amerîkayê li ber durêyanekê ye. Ereb û Misilman li ber durêyanekê ne ku di navenda wê de Quds heye. Em dixwazin li dijî biryara Amerîkayê ji sibê pê de întifadayek nû were destpêkirin."
Herwiha got: "Filîstîn yekparçe ye û dudewletiyê qebûl nake. Filîstîn jî ya me ye Quds jî ya me ye. Meşrûiyeta Îsraîlê li vî erdî tuneye."