Önder Beyter
07 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2017
QAHIRE
Li Misrê partî û tevgerên siyasî ji hikûmetê daxwaz kirin ku wekî protestokirina biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku Qudsê wekî "paytexta Îsraîlê" nas dike, peywendiyên xwe yên ligel rêveberiya Washingtonê qut bike.
Li Misrê di daxuyaniya hevbeş a li ser navê 12 partî û tevgerên siyasî da ji hikûmetê daxwaz hat kirin, Amerîkaya ku Qudis wekî "paytextê Îsraîlê" nas kir di serî da, ligel hemû welatên ku difikirin balyozxaneya xwe bo Qudsê biguhêzin, peywendiyên xwe qut bike.
Di daxuyaniyê da herwisa bangewazî li gelê Misrê hat kirin ku biryara rêveberiya Amerîkayê şermezar bike û ji bo piştevaniya gelê Filistînê xwepêşandanan li dar bixin. Dîsa di bangewaziya bona gelên ereb da jî daxwaz hat kirin ku malên amerîkayî boykot bikin, peymanên çekan jî tevda veberhênanên xwe yên bo aboriya Amerîkayê rawestînin.
Ji xeynî vê, ji hikûmetê daxwaz hat kirin ku Deriyê Sînor ê Refahê veke da ku barê filistîniyên ku li Xezeyê di bin abloqeya Îsraîlê da dijîn hinekî sivik be.