Dinya

Li Îsraîlê agirê ku bi daristana navbera Qudis û Tel Avîvê ket, li 11 deveran dişuxule

Muhammed Emin Canik  | 01.05.2025 - Rojanekırın : 02.05.2025
Li Îsraîlê agirê ku bi daristana navbera Qudis û Tel Avîvê ket, li 11 deveran dişuxule

Istanbul

 Hat ragihandin ku li Îsraîlê agirê ku bi daristana navbera Qudis û Tel Avîvê ket û bela bû, li 11 deveran dişuxule.

Li gor nûçeya Yedioth Ahronothê, 119 ekîbên îtfaiyeyê û 10 balafirên îtfaiyeyê li devera çiyayî ya Qudisê midaxaleyî şewatê dike.

Hat gotin ku şewat li 11 deveran dewam dike.

Ji ber agirên ku nikarin bitemirînin, Îsraîlê banga alîkariyê ya navneteweyî kir. Tê payîn ku Rêvebiriya Rûm a Qibrisa Başûr û Îtalya di nava rojê da 8 balafirên temirandina agir bişîne herêmê.

Avishai Cohenê Serokê Konseyê yê Herêma Mateh Yehudayê ji KANa têlevîzyona dewletê ya Îsraîlê ra xeber da û diyar kir, îhtimal heye ku agir li niştewaran vegere.

Cohen daxuyand, wan nêzî 10 hezar kesan texliye kir û ew sitar kirin.

Gelek herêm ji ber şewatê hatine texliyekirin.

Li Îsraîlê duh şewat derketibû û bela bûbû.

Tesîra şewatê li ser qadeke nêzî 12 hezar donimî çêbû û ji ber ku Îsraîlê nikaribû bitemirîne, rayedarên Îsraîlê banga alîkariyê ya navneteweyî kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın