ANKARA
Ji çar aliyên dinyayê bertekên li dijî bi destê Amerîkayê wekî "paytextê Îsraîlê" naskirina Qudsê zêde dibin.
Filistîn
Wezareta Karên Derva ya Filistînê ragihand, biryara ku Serokê Amerîkayê Donald Trump da û Qudis wek "paytextê Îsraîlê" nas kir, ew nas nakin. Biryar li dijî gelê Filistînê û mafên jêneger ên neteweyî êrîşek e.
Wezareta Karên Derva daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Dewleta Filistînê bi zarekî teqez biryara li ser Qudsê ya Serokê Amerîkayê Trump red dike û nas nake. Ev biryara rêvebiriya Amerîkayê li dijî gelê Filistînê û li dijî mafên jêneger ên neteweyî êrîşek e. Ev biryar li dijî biryarên Neteweyên Yekbûyî ye û di heman demê da li dijî ruh û pîrozahiya Qudsê êrîş e."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku biryara Amerîkayê pergala navneteweyî tehdîd dike, zedeyê dide îstiqrara gerdûnî û herêmê dixe nav pevçûneke dînî û polîtîk.
Wekî mayîn di daxuyaniyê da hat gotin ku,"Biryara Trump xelatê dide Îsraîla dagirker, hiqûqa navneteweyî û peymanan binpê dike. Ji hêla din va eva biryara dewleta dagirker teşwîqî domandina îxlalan dike."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Trump bi biryara xwe va Amerîkayê ji rola ku li herêmê ji bo pêkanîna aştiyê didomîne dûr dixe û wiha hat gotin: "Eva biryara nikare statuya Qudsa li gor hiqûqa navneteweyî dagirkirî ye û parçeyekê Filistînê ye biguherîne."
Di heman daxuyaniyê da bangî hemû dinyayê kirin ku bira Dewleta Filistînê nas bikin û dewletên ku bertek nîşanî biryara li ser Qudsê ya Turmp dan jî hatin teqdîrkirin.
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di civîna çapemeniyê da li berevajiyê biryara KENYyê ya bi hejmara 478an a ku bi destê Îsraîlê wek paytext îlankirina Qudsê red dike got, "Êdî dema wê hat ku em Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas bikin". Îsraîlê di sala 1980yî da Qudsa Rojhilat dagir kiribû û wek paytext îlan kiribû. KENYê li ser vê biryara bi hejmara 478an dabû û ev red kiribû.
Trump ji xeynî van daxuyandibû ku wî telîmat da Wezareta Karên Derva da ku dest bi amadekariyên veguhastina balyozxaneyê ji Tel Avîvê bo Qudsê bikin.
- Dagirkeriya nîvqirnî ya li Qudsê derbasî qonaxeke nû bû
Îsraîla ku Qudsa Rojhilat di 5ê Hezîrana 1967an da dagir kir, di 1980yan da bi awayekî yekalî milê rojava û rojhilat ê bajêr wekî "paytextê xwe yê yekbûyî" ragihandibû.
KENYyê jî di biryara xwe ya 478an a ku di 1980yan da qebûl kir da îlhaq û îlankirina paytextê ya îsraîlê netê qebûl kiribû.
Di çarçoveya biryara KENYyê da Amerîka jî tevda civaka navneteweyî qebûl dike ku Qudsa Rojhilat di bin dagirkeriyê da ye. Hemû welatên ku rêveberiya Îsraîlê nas dikin, balyozxaneyên wan li Tel Avîvê ne. Tu welat Qudsê an jî milê wê yê rojhilat an jî rojava wekî paytext qebûl nake.
Amerîka bi hemleya Trump va bû yekemîn welat ku Qudsê wekî paytextê Îsraîlê qebûl dike.
Yekîtiya Alimên Filistînî bertek nîşanî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump dan ku Qudsê wekî "paytextê Îsraîlê" nas dike û ji umeta Îslamê re bangî 'întifada"yê kir.
Ji yekîtiyê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn. Di daxuyaniyê de biryara Trump ya der heqê Qudsê hat şermezar kirin û wiha hat gotin:
"Şîara umeta Îslamê û gelê me Qur'an û sunet e. Em bangî hemû misilmanan dikin, ji bo întifadayê rabin ser xwe."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev biryar wê radîkalîzma cihûyan zêde bike û divê hemû filistînî dijî vê pêngava Amerîkayê bibin yek.
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di civîna çapemeniyê da li berevajiyê biryara KENYyê ya bi hejmara 478an a ku bi destê Îsraîlê wek paytext îlankirina Qudsê red dike got, "Êdî dema wê hat ku em Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas bikin".
Urdin, Behreyn, Cezayîr, Tûnis û Kuweytê li hemberî biryara Amerîkayê ya ku Qudis wekî paytextê Îsraîlê nas kir, bertek nîşan da.
Berdevkê Hikûmeta UrdInê Mihemed el-Mûmenî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Amerîka bi van gavên ku diavêje biryarên meşrû yên navneteweyî îxlal dike û wiha got: "Meşrûiyeta navneteweyî diyar dike ku bi mizakere û peymanan statuya Qudsê tê diyarkirin."
-Behreyn
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Bahreynê belav kir, biryara DYAyê ya ku Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas kir, gefan li pêvajoya aştiyê ya li Rojhilata Navîn dixwe.
-Cezayîr
Wezareta Karên Derva ya Cezayîrê bi daxuyaniyekê biryara Qudsê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump şermezar kir, got ku ev gavên ku tên avêtin bi talûke ne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev biryar ji bo aştî û îstiqrara herêmê xetere ye, lazim e civata navneteweyî ji bo parastina mafên gelê Filistînê û parastina statuya Qudsê hewl bide.
-Tûnis
Li Tûnisê Tevgera Nahdayê daxuyaniyeke belav kir got ku biryara Qudsê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump li gor qanûna navneteweyî nîne, biryarên qanûna navneteweyî îxlal dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev biryar nay qebûlkirin.
-Kuweyt
Li gor nûçeya KUNAya ajansa fermî ya Kuweytê, li hemberî biryara Amerîkayê bertek hat nîşandan.
Di nûçeyê de bal kişandin ser geşedanên bitalûke yên ji ber biryarê û ji Trump hat xwestin ku paşve gav biavêje.
Endonezya
Meclisa Aliman a Endonezyayê der barê biryara ji bo Qudsê ya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê da got ku îspat kir ku empatiya wî bi hestên mislimanan ra tune.
Di daxuyaniya Meclisa Aliman da bi destê Amerîkayê wek "paytextê Îsraîlê" naskirina Qudsê bi tundî hat redkirin û hat diyakirin ku ev li berevajiyê biryara bi hejmara 2334an a Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ye.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Trump bi helwesta xwe ya wek "paytextê Îsraîlê" naskirina Qudsê va îspat kir ku empatiya wî bi hestên mislimanan ra tune û hat ragihandin ku ev mijara ew ê di nav mislimanên li dinyayê da bibe sedema ragêşiyeke mezin.
Wek mayîn di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku biryara Amerîkayê şidetê teşwîq dike û ew ê zirarê bide pêvajoya aştiyê ya FIlistîn-Îsraîlê, xêncî vê jî çalakiyên wiha ew ê di mijara serxwebûnê da êş û jana gelê Filistînê dirêj bike.
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di civîna çapemeniyê da li berevajiyê biryara KENYyê ya bi hejmara 478an a ku bi destê Îsraîlê wek paytext îlankirina Qudsê red dike got, "Êdî dema wê hat ku Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas bikin". Îsraîlê di sala 1980yî da Qudsa Rojhilat dagir kiribû û wek paytext îlan kiribû. KENYê li ser vê biryara bi hemara 478an dabû.
- Hikûmeta Swêdê ji ber bi destê Amerîkayê wekî "paytextê Îsraîlê" naskirina Qudsê di fikaran da ye
Margot Wallstroma Wezîra Karên Derva ya Swêdê diyar kir ku hikûmeta Swêdê ji ber bi destê Amerîkayê wekî "paytextê Îsraîlê" naskirina Qudsê di fikaran da ye.
Wallstromê di malpera fermî ya wezaretê da daxuyaniya li ser mijarê weşand.
Wallstroma Wezîr di daxuyaniya xwe da wiha got:
"Hikûmeta Swêdê ji ber biryara Amerîkayê ya ji bo Qudsê di fikaran da ye. Rewşeke li dijî biryarên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) û hiqûqa navneteweyî heye. Li herêmê demeke dirêj e pirsgirêk hene û eva biryara ew ê hevîdtinên aştiyê têxe xetereyê û bêîstiqrariyê bîne herêmê. Biryara ku Amerîkayê da nêrîna Yekîtiya Ewropayê (YE) û Swêdê naguherîne."
Serpîskoposê Dêra Protestan a Swêdê Antje Jackelen jî der barê biryara Amerîkayê da peyamek weşand.
Antje Jackelen di peyama xwe da got, "Em ji ber biryara ku statuya Qudsê biguherîne û Birêz Trump bi tena serê xwe da di fikaran da ne."
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di civîna çapemeniyê da li berevajiyê biryara KENYyê ya bi hejmara 478an a ku bi destê Îsraîlê wek paytext îlankirina Qudsê red dike got, "Êdî dema wê hat ku Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas bikin". Îsraîlê di sala 1980yî da Qudsa Rojhilat dagir kiribû û wek paytext îlan kiribû. KENYê li ser vê biryara bi hemara 478an dabû.
Wek mayîn Trump diyar kiribû ku telîmat daye Wezareta Karên Derva ji ku balyozxaneya li Tel Avîvê barî Qudsê bikin dest bi amadehiyan bikin.
- Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş
Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş der barê biryara Amerîkayê ya naskirina Qudsê wekî "paytextê Îsraîlê" da wiha got, "Helwesteke ku mirovahiyê, kevneşopiyê û hiqûqa navneteweyî tune dihesibîne bi awayekî neheq dixwaze li erdnîgariya Filistînê Qudsê bike paytextê Îsraîlê."
Erbaş, biryara Amerîkayê ya naskirina Qudsê wekî "paytextê Îsraîlê" nirxand.
Erbaş bal kişand ku qibleya yekemîn a Îslamê Qudis rûbirûyî teşebuseke neheq maye û wiha got, "Helwesteke ku mirovahiyê, kevneşopiyê û hiqûqa navneteweyî tune dihesibîne bi awayekî neheq dixwaze li erdnîgariya Filistînê Qudsê bike paytextê Îsraîlê."
Erbaş, Qudis wekî bajarekî îslamê yê ku lê xatirayên gelek pêxemberan hene, tewsîf kir û got ku Qudis nimûneya herî baş e ku ji berê da netewe û ayînên cuda li kêleka hev dijîn.
news_share_descriptionsubscription_contact
