CENEWRE
Komsera Bilin a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Navî Pîllayê, helwesta Konseya Ewlehiyê ya NYê ya der barê Sûriyeyê de rexne kir û got: "Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) nikare pêdiviyên sereke yên gelê Sûriyeyê bi cih bîne. Sûriyeyîyan naçar dihêle."
NYê, derbarê Sûriyeyê de raporek weşand û di raporê de rewşa gelê li herêmên di bin ablûqayê de ye dijîn û bandora dagirkeriyê ya li ser herêmê derxist holê. Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber ablûqeyê gelek sivîl mirin û bi ablûqeyê mafên mirovan ên navneteweyî hatin îxlal kirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku li Sûriyeyê hêj 240 hezar mirov di bin ablûqayê de ne û nêzikî 173 hezar kes jî li taxa Gûtayê ya rojavayê Şamê girtîne. Di raporê de hat bibîrxistin ku wezîfedarên ol ên li herêmê, ji bo gelê herêmê nemire fetwa derxistin û li gor fetwayê xwarina goştê pisîk û sê caîz e.
Komsera Bilin a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Navî Pîllayê, der barê raporê de axivî û bal kişand li ser rewşa penaberên da ku nahêlin alîkarî bigihêje wan û got ku ev astenkirina alîkariyê wek sûcê şer tê hesibandin, divê ji bo kesên ku li herêmên di bin ablûqayê de dijîn tevdîrên ewlehiyê bên girtin.