Dinya

Jimara kesên li Îdlibê ji cî û warên xwe bûn nêzî milyonekî dibe

Li Sûriyeyê di êrîşên rejima Esed û Rûsyayê da ji 17ê îlona 2018an pê va ku mutabaqata Îdlibê hatibû îmzekirin li herêmê 945 hezar û 992 sivîl ji cî û warên xwe hatin kirin

Elif Orhan  | 21.08.2019 - Rojanekırın : 22.08.2019
Jimara kesên li Îdlibê ji cî û warên xwe bûn nêzî milyonekî dibe

İdlib

Di êrîşên rejima Beşar Esed û Rûsyayê da ji 17ê îlona 2018an ku mutabaqata Îdlibê hat îmzekirin pê va li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê 945 hezar û 992 sivîl ji cî û warên xwe bûn.

Li gor agahiya ku ji Kordînatoriya Midaxeleyê ya Sûriyeyê ya ku pêvajoya koçê ya li herêmê dişopîne û daneyan wê digire ji mutabaqata Îdlibê ya ku di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da hat îmzekirin pê va li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê 945 hezar û 992 sivîl ji cî û warên xwe hatin kirin.

Ji 2yê sibata ku êrîş giran bûn va di êrîşên rejima Esed û Rûsyayê da 11 konbajêr, 30 navendên Parastina Sivîlan, 66 tesîsên tenduristiyê, 106 dibistan, 18 cihên bazarê, 71 mizgeft, 2 santralên avê, 3 santralên ceyranê û 16 firin hedef hatin girtin.

Di vê maweyê da 5 xebatkarên alîkariya mirovî, 10 peywirdarên Parastina Sivîlan, 11 peywirdarên ambulansan û 4 peywirdarên tenduristiyê mirin.

Cî û warên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê ya ku koç dide ev in: 

Ji Hemayê navçeyên Latamîne, Kefrenbude, Kefer Zîtayê, bajaroka Kelha Madîkê, gundên Hawîz, Huweyce, Qahîra û Şerîeyê, li Îdlibê navçeyên Xan Şêxûn, Kefrenbîl, Cîsr eş Şuxûr, Maaretînuman, Erîha, Seraqîbê, bajarokên Kensafra, Kefernuma, habît, Cercenaz, Ermenaz, Teftenazê, gundên Ureynîbe, Babolîn, Maarhatat, Xas, Kefir, Til Mennîs, Hemidiye, Kefer Secne, Kîrîse, Bsîda, Bînî, Ter, Xadafa, Maarrithirmeyê."

Midûrê Kordînatoriya Midaxaleyê ya Sûriyeyê Mihemed Hallax daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku navçeya Xan Şêxûnê bi temamî vala bûye û hişyariya "Ji nifûsê navçeyên Erîha, Seraqîb û Maaretînumanê hê ji sedî 10 koç kir. Heke êrîş ber bi van navçeyan va biçin dibe ku jimara koçberan bigihêje milyon û nîvekî."

- Rewşa li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê

Îdliba li bakurê rojavayê Sûriyeyê hema bêje ji destpêka şerê navxweyî vir da wekî kelha mixalifan e. Vê gavê ji ber koçberiya navxweyî serjimara Îdlibê gihîştiye 4 milyonî. Navenda Îdlibê di adara 2015an da kete kontrola mixalifan. Îdlib di nav ciyên ku rejim herî zêde êrîş dike da cî digre.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da li civîna Astanayê da Îdlib wekî "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kirin. Hêzên Rûsyayê gelek caran agirbest bin pê kirin li ser vê Tirkiye û Rûsyayê mutabaqateke din jî çêkirin.

Hêzên rejimê bi alîkariya piştgiran va ligel mutabaqata Soçiyê ya 17ê Îlona 2018an êrîşan didomîne.

Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) diyar kiribû ku rejima Beşar Esed û piştgirên wê di êrîşên li ser Îdliba Herêma kêmkirina Rageşiyê da di navbera 26ê nîsan û 19ê tebaxê da herî kêm 843 sivîl kuştin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın