İbrahim Atmaca
28 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî diyar kir, wan ji bo ku asayîşê saz bikin hêza eskerî ya teqwiye şand Şengala navçeya Mûsilê û got ku ew ê destûrê nedin ku li navçeyê ji bilî alaya welêt tu alayeke biyanî were daliqandin.
Îbadî li Bexdayê civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist û diyar kir, li Şengala ku PKKya rêxistina terorê jê vekişiya wan asayîş pêk anî û wan ji bo asayîşê heta sînorê Sûriyeyê wek teqwiye hêza eskerî şand.
Îbadî wiha got, "Li wê derê (Şengalê) ji bilî alaya welatê me, em ê destûrê nedin ku tu alayeke biyanî were daliqandin û ji bilî hêzên Iraqê em ê destûr nedin ku tu kes li ser xwe çekê bigerîne. Li gor makezagona me em nikarin musamahayê nîşan bidin ku hin kes axa me bi kar bînin û êrîşî welatên cînar bikin."
Îbadî li ser axaftina ku bi têlefonê Serokwezîr Bînalî Yildirim ra kir jî sekinî û wiha got: "Serokwezîrê Tirkiyeyê diyar kir ku ew rêzê nîşanî sînor û desthilatdariya Iraqê didin."
Îbadî li ser pirsa ku li Iraqê hêza biyanî heye jî wiha got: "Li bejayê tu hêzeke eskerî ya biyanî tuneye. Kontrola baregehên eskerên biyanî yên li Iraqê jî di destê hêzên me yên ewlehiyê da ne. Ji bo perwerdeya hêzên me û piştgiriya lojîstîk pêdiviya me ya bi hêzên biyanî dewam dike."