İbrahim Atmaca
28 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî diyar kir, wan DEAŞa rêxistina terorê li qadê têk bir, lê îdeolojiya wê hê zindî ye û îhtimala ku rêxistin êrîşan bike heye, ji ber vê jî wî xwest ku hişyariyê bide.
Enstîtuya Vejenê ya Iraqê "Foruma Vejenê ya Iraqê" li dar xist û Îbadî tê da axivî û wiha got: "Em duh li ber têkoşîna talûkeya man û nemanê bûn. Me DEAŞa ku dixwast jiyanû mirovahiyê ji holê rake, têk bir. Lê ez ji bo îhtimala ku êrîşên terorê werin kirin, dixwazim hişyariyê bidim. Lewra îdeolojiya vê rêxistinê hê heye."
Îbadî got, "Em hewl didin ku tora terorê belav bikin" û ew ji bo vê hewl didin ku bi welatên herêmê ra têkiliyên xurt bikin.
- "Em dixwazin neft ne çavkaniya sereke, bibe çavkaniya duyemîn"
Îbadî diyar kir ku ew dixwazin welat ji bilî neftê bibe xwediyê çavkaniyên dahatê yên dîtir û ji bo vê jî xebat didomin û wiha dewam kir: "Em dixwazin neft ne çavkaniya sereke, bibe çavkaniya duyemîn."
Îbadî li ser petrolên Kerkûkê jî sekinî û wiha got: "Hilberîna me ya neftê, piştî ku sehayên Kerkûkê ketin dewrê pê va jî wê zêde bibe. Digel êrîşên terorê hilberîna me ya neftê kêm nebû, berevajiyê wê zêde bû."
DEAŞa rêxistina terorê li Iraqê ji cihên ku bi dest xistibûn, hatin derxistin, lê car caran li hin deverên welêt ji hêzên asayîşê ra defikan datîne û êrîş dike.