Önder Beyter
12 Îlon 2017•Rojanekirin: 13 Îlon 2017
WASHINGTON
Rêveberiya DYAyê ji ber bûyerên tundiyê yên li Myanmarê (Burma) yên ku di encamê da 300 hezar kes bûn koçber, hişyarî da hêzên ewlekariya Burmayê û wiha got, "Tevî civaka etnîkî ya Rohîngya û pêkhateyên din, gelek însan ji cih û warê xwe hatine derxistin û mexdûr bûne. Ev yek dide nîşan ku hêzên ewlekariya Burmayê sivîlan naparêze."
Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê der heqê bûyerên li Arakanê da daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Sandersê di daxuyaniya xwe da wiha destnîşan kir, "DYA ji ber krîza li Burmayê ku di 25ê tebaxê da di encama êrîşa dijî noqteyeke ewlekariyê da rû da û bû sedem ku 300 hezar kes cih û warê xwe biterikîne, pir aciz e. Em vê êrîşê û herwiha şideta li dû wê, bi awayekî tund şermezar dikin."
- "Hêzên ewlekariya Burmayê divê dawiyê li tundiyê bînin"
Di daxuyaniyê da bo cara yekemîn hêzên ewlekariya Burmayê rasterast hatin qesdkirin û wiha hat gotin:
"Tevî civaka etnîkî ya Rohîngya û pêkhateyên din, gelek însan ji cih û warê xwe hatine derxistin û mexdûr bûne. Ev yek dide nîşan ku hêzên ewlekariya Burmayê sivîlan naparêze. Îdia gihîştin ber destê me ku hêzên ewlekariyê û herwiha sivîlên ku bi rizaya van hêzan tevdigerin, cinayetên ne hiqûqî, şewitandina gundan, qetlîam û tecawiz di navê da mafên mirovan pêpes dikin. Em bangî hêzên ewlekariya Burmayê dikin ku hiqûqê bi cih bînin, dawiyê li şidet û koçberkirina însanan bînin."