Türkan Tosun
12 Îlon 2017•Rojanekirin: 13 Îlon 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Matthew Rycroftê Nunerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Îngiltereyê ji rojnamevanan re daxuyand ku Swêd û Îngîltereyê xwest ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bila ji ber bûyerên tundiyê yên li Arakanê roja çarşemê bicive.
Rycroft got welatên endamê (KENY) ji ber rewşa nebaş a kesên ku ji Arakanê reviyane bi fikar in.
Li gorî daneyên Komîsertiya Bilind a Penaberan a NYyê hejmara misilmanên arakanî yên ku ji ber zextî û êrîşan reviyane gihîşte 313 hezaran.
Artêşa Myanmarê ji ber hinceta têkoşîna dijî milîtanên biçek êrîşî sivîlên arakanî dike. Ji 25ê tebaxê vir va bi hezaran misilman mirin. Rêvebiriya Myanmarê destûrê nade ku tu kes bikeve herêmê, ji ber vê hejmara sivîlên ku mirine bi eşkere nikare bê tespîtkirin.
Di êrîşan de ji 150î zêdetir gund bi destê artêşê û neteweperestên budîst hatin şewitandin. Bi deh hezaran misilmanên arakanî bi tirsa canê xwe ji herêmê dûr dikevin. Sivîlên ku ji Myanmarê direvin ji herêmên çiyayî, çamê Nafê an jî behrê derbas dibin û xwe digihînin Bangladeşê.