16 Mijdar 2016•Rojanekirin: 16 Mijdar 2016
MÛSIL
Li Iraqê li navenda bajarê Mûsilê ya ku di destê DEAŞa rêxistina terorê de ye ji ber giranbûna pevçûnên di navbera milîtan û eskerên iraqî de reva sivîlan berdewam dike.
Piştî ku yekîneyên eskerî yên girêdayî artêşê ketin taxên li rojhilatê navenda bajar sivîlên ku di nav du gulebaranan de man malên xwe diterikînin û derbasî herêmên ewledar dibin.
Sivîlên ku ji pevçûnan direvin ji ser rêbeja Mûsil-Hewlêrê bi wesayîtên eskerî û otobêsan neqlê konbajêrên di bin kontrola Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de dibin.
Jinika pîr a bi navê Maniye Faris Selman a li bendê ye ku wê sewqî kampên li HKIyê bikin got ku DEAŞê raserî mala wan kir û xwest ku bi lez û bez malê vala bikin.
Sivîlekî bi navê Fehtan Ebdûlkerîm jî qal kir ku dema ku ji bajêr derketin cesedên gelek milîtanên DEAŞê yên ku bi destê eskeran hatine kuştin dîtin û wiha axivî: "Dema ku pevçûn giran bû em ji Întisara ku mala me lê ye ber bi Taxa Seddam ve reviyan. Her dem bi topên hwanê êrîş dihat kirin. Mal bibûn kavl. Cesedên milîtanên DEAŞê li kêleka rê bêhn didan Nîşangirên DEAŞê li avahiyên bilind bi cî bûne. Heke em biketina hedefa wan teqez dê li me bixistana."
Elî Huseyînê ku ji Mûsilê hatiye jî got ku "Beriya ku DEAŞ bajêr bi dest bixe ez li dibistana polêsan qeyd bibiûm. Rêxistin bi vê yekê hesiya bangî min kir. Xwest ku ez tobe bikim. Min li gor telîmatên wan tobe kir û hember wê jî 200 dolar da wan. Belgeya tobê ya qaşo xistin destê min û min şandin malê."
Hêzên pêşmergeyan sivîlên navborî sewqî kampên li Hesen Şam û Hazir ên li başûrê rojhilatê Mûsilê cî digirin kir.