16 Mijdar 2016•Rojanekirin: 17 Mijdar 2016
HATAY
Sekreterê Giştî yê Komeleya Tirkên Sûriyê Ehmed Wezîr destnîşan kir ku yekîneyên girêdayî Beşar Esed êrîşên xwe yên dijî konbajarên li nêzîkî sînorê Yayladaga Hatayê zêde kirin û wiha bal kişand, "Êrîşên asîmanî û bejayî yên dijî xwecihan, bi zanetî tên kirin da ku însan koç bikin."
Hêzên rejimê ku ûris li pişta wan e, ev qedera 2 hefteyan e êrîşên xwe yên dijî konbajar û gundên nêzîkî sînorê Yayladagê gurr kirin.
Li dewrûbera Îdlibê êrîş bêtir li hemberî kampa Hirmas, Ramî, Hambuşiye û Eyn El Beydayê ku bi qasî 30 hezar kesî lê dijî, çêdibin û kesên li van deran berê xwe dan gundê Zof û derûdora wê ku li bakur dimîne.
Di êrîşên hêzên rejimê yên van herdu hefteyên axiriyê yên dijî konbajaran da 2 kes mirin, herî kêm 30 kes birîndar bûn, bi dehan kon hatin rûxandin.
- "Aniha li herêmê koçberiya navxweyî zêde bû"
Sekreterê Giştî yê Komeleya Tirkên Sûriyê Ehmed Wezîr di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku rejima Esed û ûris bombeyan davêjin dewrûbera Îdlib û Lazqiyeyê ku nêzîkî sînorê Hatayê ne û di encamê da vê axiriyê bombe li gelek konên li ser xeta sînor ketin.
Wezîr bal kişand ku digel çadiran êrîşî dibistan, cihê bazarê û nexweşxaneyan jî dikin û wiha dewam kir: "Bi zanetî ji hewa û erdê va êrîş dikin ku mirov bidin koçkirin. Ne tenê hildana wan deran, dixwazin mirovan jî ji wan deran biqewirînin. Vê gavê li herêmê koça navxweyî zêde bû. Dibe ku di paşerojê da koçî Tirkiyeyê jî bikin. Mebesta wan guhertina demografiya vê derê ye."
Wezîr destnîşan kir, berê dixwastin mirovên Çiyayê Tirkmen bidin koçkirin, siyaset wisa bû, lê niha dixwazin mirovên ku li kirsala Îdlibê dijîn bidin koçkirin û wiha dewam kir:
"Li çadirên ku li ser sînorê Hatayê ne didin. Esed û Rûsya pir baş dizanin ku li wê derê sivîl hene. Di binê vê da du hedef hene. Yek jê ew e ku dixwazin gundên ku li dijî rejimê ne, mirovê wan bidin koçkirin û wan deran vala bikin. Paşê merivên xwe li wan deran bi cih bikin. Hedefa din jî ew e ku dixwazin ji bo planên mezin ên Îsraîlê ra xizmetê bikin. Demografiya Sûriye, Iraq û rojhilata Tirkiyê biguherînin."