Dinya

Ji hevserokên YNKê Lahur hemû rayeyên xwe dewrî Talabanî kir

Bekir Aydoğan  | 17.07.2021 - Rojanekırın : 18.07.2021
Ji hevserokên YNKê Lahur hemû rayeyên xwe dewrî Talabanî kir

Arbil

Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji ber nîqaşên ku di nav Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) da çêbûn Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî Talabanî hemû rayeyên xwe dewrî Hevserokê YNKê Bafil Talabanî kir.

Ji buroya siyasî ya YNKê daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku endamên buroya siyasî yên di 15ê Tîrmehê da kom bûn der barê hevserokên partiyê da biryar dan.

Li gor wê biryarê ji Hevserokan Lahur hemû rayeyên xwe dewrî Hevserokê din Bafil Talabanî kir. Hat destnîşankirin ku ew biryar û dewrkirin ji îro û pê va ketiye rewacê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.