Sevim Hatun
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2017
XEZE
Hemasê bang li filistîniyan kir ku roja înê wekî "îna hêrsê" îlan bikin û ji bo "piştgiriya Qudsê" kom bibin.
Di daxuyaniya Hemasê de wiha hat gotin: "Em bangê li gelê Filistînê dikin ku tevî hemû kom û hêzên xwe li hemberî 'plana Amerîkayê ku dixwaze balyozxaneya xwe ya li Tel Avîvê bibe Qudsê û plana wekî paytextê Îsraîlê naskirina Qudsê' bidin sekinîn, roja înê li hemberî Îsraîlê wekî "roja hêrsê" îlan bikin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Quds xeta sor a gelê Filistînê ye.
Di daxuyaniyê de Hemasê bang li filistîniyan kir ku roja înê wekî "îna hêrsê" îlan bikin û ji bo "piştgiriya Qudsê" kom bibin.