İbrahim Atmaca,Haydar Şahin
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
QUDIS
Piştî plana Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ku wê Qudsê wek paytextê Îsraîlê binase û Balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Avîvê bikşîne Qudsê, ji dinyayê bertek nîşan danê.
Alema Îslamê di serî da gelek saziyên navneteweyî û welat fikra xwe ya li dijî vê hewildanê gotin û hişyarî dan ku heke Trump biryareke wiha bide ew ê Filistîn û herêmê têxe nav aloziyeke mezin.
Quds qibleya ewil a misilmanan e û mesîhî û cihû jî pîroz dibînin. Saziyên navneteweyî yên wek Teşkilata Tevkariya Îslamê (TTÎ) Yekîtiya Ereban û Yekîtiya Ewropayê (YE) li dijî vê plana "xeternak" a Trump in.
Heta niha tu welatî piştgirî neda plana Trump a li ser Qudsê.
- Erdogan: "Quds xeta sor a misilmanan e"
Ji nav welatên ku berteka herî tund nîşanî vê hewlê dan yek jê jî Tirkiye ye.
Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê jî daxuyaniya Serokomar Erdogan a li ser Qudsê wek nûçeya acil ragihandin.
Bertekên hin welat û saziyên navneteweyî ku nîşan "plana Qudsê" ya Trump dan jî wiha ye:
Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê îhtimala bi destê Amerîkayê wek paytextê Îsraîlê naskirina Qudsê me dixe nav fikaran.
Qralê Fasê Mihemedê 6an peyamek ji Trump ra şand û fikara xwe ya ji ber îdiayên wek paytextê Îsraîlê naskirina Qudsê ragihand.
Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê got ku barkirina Balyozxaneya Amerîkayê ya Qudsê qebûl nakin.
Ebdillahê Qralê Urdinê têlefonî Donald Trump kir û jê ra got, "Qudis mifteya îstiqrar û aştiya herêmê û dinyayê ye."
Tûnisê jî got mihefezekirina asta dîrokî û qanûnî ya Qudsê mecbûriyet e.
Selman bîn Ebdilezîzê Qralê Erebistana Siûdî bi têlefonê Trump ra axivî, di axaftinê da hişyarî da ku wekî paytextê Îsraîlê naskirina Qudsê ew ê zirarê bide mizakereyên aştiyê û ragêşiya li herêmê zêde bike.
Yekîtiya Ewropayê jî got ku guherîneke li ser statuya Qudsê yan jî gaveke yekalî ew ê li hemû dinyayê deng vede.
Yekîtiya Ereban li ser banga Mehmûd Ebasê Serokê Dewleta Filistînê ji bo ku li ser Qudsê biaxivin civiya.
Mihemed Osman Salihê Serokê Yekîtiya Aliman a Sûdanê jî pîlana ji Tel Avîvê barkirina Qudsê ya balyozxaneya Amerîkayê wek "êrîşeke eşkere ya li dijî Filistînê û mafên mislimanan" nirxand.