Muhammet Kurşun
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2017
HELEBCE
Îro li derdora Helebce û Silêmaniyê seet 08.35an de zelzeleyeke ku şiddeta wê 4.8 bû hat meydanê û li gelek cihan hat hîskirin.
Li Helebceyê piştî zelzeleyê tirs û xof di dilê xelkê de çêbû û mektebên bajêr zarok şandin malê.
Li gor agahiyên Midûriya Keşnasiya Helebceyê şiddeta zelzeleyê 4.8 bû û 31 kîlometre li bakurê rojavayê bajêr çêbû.
Ji ber zelzeleya 12ê meha borî jî tirsek bi xelkê re peyda bûye.