25 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2016
HATAY
Li Sûriyeyê ji rojhilatê Heleba ku di bin dorpêça rejima Beşar Esed û komên terorîst ên alîgirên rejimê da ye, sivîl hatin tehliyekirin û herwiha ji van sivîlan 231 kesên ku birîndar in û birîna wan giran e, anîn Hatayê. Digel her cure midaxaleyî 26 ji birîndaran jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Giştî ya Weşan Çapkirin û Enformasyonê ya Serokwezîriyê hat wergirtin, birîndarên ku ji Helebê bal Îdlibê hatin tehliyekirin, jê yên ku rewşa wan giran e, bi berdewam sewqî Tirkiyeyê dikin.
Hejmara birîndarên ku ambulansên 112 Servîsa Acîlê rakirin nexweşxaneyan, gihîşt 231ê.
Eşkere bû ku ji birîndaran, digel her cure midaxaleyî 26 kesan can dan, 88 jê sewqî nexweşxaneyên dervayî parêzgehê kirin, 33 birîndarên ku tedawiya wan kuta bû jî hatin tabûrcîkirin.
Hat destnîşankirin ku ji birîndaran 95 kes jî di binê 18 saliyê da ne.