Türkan Tosun
02 Nîsan 2019•Rojanekirin: 03 Nîsan 2019
Hêzên koalîsyonê ya ku serkêşiya wan Erebistana Siûdî dike daxuyand bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ra ji bo zarokên li Yemenê ji pevçûnên biçek bên parastin peyman hat îmzekirin.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî li paytext Riyadê di navbera Fermandariya Hêzên Hevpar û nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê NYyê Vîrgînîa Gambayê da peyman hat îmzekirin ku zarokên li Yemenê ji pevçûnên biçek bên parastin.
Ji meha bê pê va ji bo rehabilîtasyona zarokan gavên navneteweyî wê bên avêtin.
Hat ragihandin li Yemenê 24 hezar zarok ji hêla Hûsiyan va di şer da tên bikaranîn, li herêmên pevçûn lê heye ev rewş hê dewam dike.
Li Yemenê demeke dirêj e di navbera Hûsiyan û hêzên hikûmetê da şer dewam dike.
Ji îlona 2014an vir va paytext Sana û hin herêmên din di destê Hûsiyan da ye. Hêzên koalîsyonê ya ku serkêşiya wan Erebistana Siûdî dike jî ji adara 2015an vir va piştgiriyê dide hikûmeta Yemenê.