Önder Beyter
02 Nîsan 2019•Rojanekirin: 03 Nîsan 2019
Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Seîd Nemekî ragihand, di bobelata lehiyê ku li gelek deverên welêt rabû da 46 kes mirin.
Wezîr Nemekî ku li rojavayê başûrê welêt li Bendava Dezê ya li eyaleta Xûzistanê lêkolîn kirin, daxuyanî da çapemeniya dewletê û der heqê barana gumrah û bobelata lehiyê ku li welêt ev du hefte ne dewam dike da agahî da.
Nemekî diyar kir ku ji ber bobelata lehiyê 21 jê li eyaletê Farsê bi tevahî 46 kes mirin.
- Ji bo hin navçeyên Xûzistanê hişyariya lehiyê
Ji aliyekî din va jî Qaymqamê Şûşa navçeya Xûzistanê Ednan Xazî jî diyar kir ku xetere heye ku bendavên Dez û Kerhayê ser ra bavêjin û lewma jî li herêmê rewşa bilez hat ragihandin. Xazî diyar kir ku wan banga bilez kir ku bajarok û 70 gundên navçeyê bên valakirin.
Herwiha Qaymqamê navçeya Şûşterê ya li ser eyaleta Xûzistanê Huseyîn Peniye Danepûr jî got ku ji ber zêdebûna ava bendava Dezê, wan xebatên valakirin û texliyekirina 34 gundên navçeyê dan destpêkirin.
Li Îranê li eyaletên wekî Xûzistan, Gulistan, Loristan, Fars, Kirmanşah û Hemedanê ev qedera du hefte ye baraneke gumrah dibare ku vê baranê bi xwe ra bobelata lehiyê anîbû. Di bobelatê da ziyaneke zêde ya madî û canî çêbûbû.