QAHÎRE
Wezareta Tendurustiyê ya Misrê diyar kir, di bûyerên ku duh bişev li paytext Qahîreyê qewimîn de 7 kes mirin, 261 kes jî birîndar bûn.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Azadiyê (HAP) Îsam el-Aryam jî li ser vê daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û li ser bûyerên ku duh êvarî qewimîn wiha got:
"Polêsên Misrê li Qada Ramses û Pira 6ê Çiriya Pêşîn êrîşî kesên ku li dijî derbeyê çalakiyên aştiyane li dar xistin, kir."