NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Sekreterê Giştî yê NYê Ban Kî-mun, bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li Sûriyê bi qasî 100 hezar kes miriye, her rojeke nû xemgînî û mirinê jî bi xwe re tîne. Ban Kî-mun, bal kişand li ser rewşa penaberên Sûriyî û got ku hewcehiya wan bi xwarinê, xanî û malzemeyên dermankirinê heye.
Ban Kî-mun, xwest ku gelê Sûriyê remezanê di nav aramiyê de derbas bike, ji bo vê yekê jî bangî hemû aliyên çekdar kir ku di remezanê de dev ji çekan berdin.
Ban Kî-mun, destnîşan kir kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê guftûgoyên jidil bêne kirin û mumkun e ku agirbesta remezanê, ji bo çareseriyê bibe pêngaveke girîng.
Sekreterê Giştî yê NYê Ban Kî-mun, xwest ku jin û zarokên di girtîgehên Sûriyê de ne, bêne berdan û wiha axivî: "Ez dixwazim ku Serokomar Beşar Esed bi xwe bi vê mijarê re mijûl bibe û hemû girtiyan bide berdan."
Sekreterê Giştî yê NYê Ban, der barê Konferansa Cenevre-2 de got ku xebat didomin û hêvî kir ku konferans, di demeke nêzîk de bi beşdarbûna hemû aliyên Sûriyî bicive.