QAHÎRE
Serokwezîrê Misrê Hîşam Kandîl daxuyanî da ku dê îstifa xwe bide Muhammed Mursîyê ku ji hêla artêşê ve ji serokamariyê hate dûrxistin.
Kandîl dûrxistina Mursî wek "derbe" bi nav kir û di nameya xwe de wiha got:
"Min nameya xwe ya îstifayê şeva çarşemê piştî ku Hêzên Çekdar daxuyanî dan amade kiribû. Min çendekî hewl da ku ez bixebitim. Lê piştî xwîna ku herikî ne mumkûn e ku ez xebata xwe bidomînim. Min biryar da ku ez nameya xwe ya îstifayê bidim Serokomar Muhammed Mursî yê ku hatibû hilbijartin. Rewşa piştî derbeyê dişibe wek şeveke bêroj. Di rewşeke wiha de hikûmetek nikare xebatên xwe bidomîne."
Rojek piştî derbeyê der barê Serokwezîr Hîşam Kandîl de fermana girtinê derketibû û salek cezaya hepsê ji bo wî hatibû dayîn.
Wezîrê Perwerdeyê Ganîm jî îstifa kir
Ji hêla din Wezîrê Perwerdeyê Îbrahîm Ganîm jî gulebarana ku li ser nimêja sibê protesto kir û dev ji peywira xwe berda.
Berdevkê Wezaretê Muhammed Serucî der barê îstifaya Ganîm de daxuyanî da nûçevanê AAyê û got: "Di vê rewşê de xebat ne mumkûn bû û îstifa wî normal e."
Bi îstifaya Ganîm re hejmara wezîrên ku îstîfa kirin bi tevahî bû 11.