Fatih Gazioğlu
24 Îlon 2019•Rojanekirin: 25 Îlon 2019
Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê çalakiyên li Misrê yên ku dijî Serokomar Ebdilfettah es-Sîsî tên kirin da got ku tu fikara wan tuneye.
Trump li New Yorkê di çarçoveya hevdîtinên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 74emîn da bi Serokomarê Misrê Ebdilfettah es-Sîsî ra hat bal hev. Trump beriya hevdîtinê daxuyanî da rojnamevanan û wiha got:
"Sîsî di demeke kin da karekî baş kir. Sîsî dema wezîfe hilda li welatê wî kaos hebû, niha tuneye."
Trump li ser pirsa çalakiyên dijî Sîsî tên kirin jî wiha got: "Li hemû welatan dijî hemû kesan ev çalakî tên kirin. Li dinyayê dijî hevalê we yê herî baş (Obama) jî gelek çalakî hatin kirin. Di vê mijarê da tu fikara min tuneye. Serokê Misrê serokekî hêja ye û ji gelê xwe hurmetê dibîne."
Hefteya borî li hin meydanên li Qahireya paytextê Misrê cara ewil li dijî Ebdilfetah Sîsiyê Serokomarê Misrê çalakî hatibûn lidarxistin. Welatiyên Misrê yên li hin meydanên bajêr û Meydana Tehrîrê kom bûn dirûşmeyên dijî Sîsî berz kirin.