Dinya

Ji Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîkayê daxuyaniya der barê biryara Ermeniyan da

Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîkayê: "Helwesta rêvebiriya Amerîkayê neguheriye"

Nihat Kavşut  | 13.12.2019 - Rojanekırın : 14.12.2019
Ji Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîkayê daxuyaniya der barê biryara Ermeniyan da

Ankara

Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîkayê ji bona pêşnûmaya der barê Ermeniyan da ku duh li Senatoya Amerîkayê hat qebûlkirin destnîşan kir ku helwesta rêvebiriya Amerîkayê neguheriye.

Berdevkekî balyozxaneyê der barê pêşniyaza biryarê ya ku Senatoya Amerîkayê bûyerên Ermeniyan yên di 1915an da wek "komkujî" qebûl kir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Helwesta rêvebiriya Amerîkayê neguheriye. Fikr û ramanên me di daxuyaniya dawîn ya Serok da ku meha Nîsanê dabû xuyane."

Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê bûyerên 1915an da 24ê Nîsanê di xeberdana xwe da peyva "komkujiyê" neemilandibû û di dewsa wê da peyva "Meds Yeghern" ku bi Ermenikî tê meneya "Afata Mezin" emilandibû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.