Dinya

Johnsonê Serokwezîrê Îngiltereyê: Em ê di 31ê rêbendanê da ji YEyê derkevin

Haydar Şahin  | 13.12.2019 - Rojanekırın : 14.12.2019
Johnsonê Serokwezîrê Îngiltereyê: Em ê di 31ê rêbendanê da ji YEyê derkevin

London

Piştî ku serkeftina hilbijartinê teqez eşkere bû Borîs Johnsonê Serokwezîrê Îngiltereyê xîtabî endamên partiya xwe kir û got, "Em ji astengê derbas bûn, me gilê vekir."

Li gor encamên hilbijartinê yên teqez li Îngiltereyê Partiya Mihefezekar bi tena serê xwe derkete îqtidarê.

Johnson di axaftina xwe da îfadeya "Rojeke nû, sibeheke nû" bi kar anî û wiha got: "Em ê di 31ê rêbendanê da ji Yekîtiya Ewropayê (YE) derkevin. Tu şert jî tune."

Johnson bangî hilbijêrên rayên xwe bi "deyn" dan Partiya Mihefezekar kir û wiha pê da çû:

"Dibe ku dema we raya xwe da Partiya Mihefezekar destê we tirtilîbe û niyeta we hebe ku di hilbijartina din da vegerin Partiya Karkeran. Heke rewş ev be we bi pêbaweriya xwe ez mehcûp kirim. Ezê vê wekî kêrgûşka di nêçîrê da hatiye girtin nenirxînim."

Di hilbijartina duh li Îngiltereyê hat kirin da Partiya Mihefezekar a Johnson serokatiyê dike ji 650 parlamenteriyan 363 heb qezenc kir. Partiya Karkeran a mixalefeta sereke jî 203 parlamenterî qezenc kirin.

Li welêt 650 herêmên hilbijartinê hene û ji wan li 648 cihan jimartina rayan hat temamkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.