Ji Amerîkayê Erebistana Siûdî ra şerta nukleerê
Wezîrê Vejenê yê Amerîkayê Rîck Perry ji Wezîrê Vejenê yê Erebistana Siûdî El Falih ra nameyek şand û der barê transfera teknolojiyê ya nukleer a Erebistana Siûdî da fikarên Amerîkayê anî ziman
Washington DC
Hat ragihandin Wezîrê Vejenê yê Amerîkayê Rîck Perry di 4ê Îlonê da ji Wezîrê Vejenê yê Erebistana Siûdî El Falih ra nameyek şandiye û di nameyê da der barê transfera teknolojiyê ya nukleer a Erebistana Siûdî da fikarên Amerîkayê aniye ziman.
Di nameya ku Bloombergê xwe gihand da Perry aniye ziman bi şerta xebatên dewlemendkirina uranyumê neke Erebistana Siûdî dikare ji Amerîkayê teknolojiya nukleer bikire.
Perry di nameyê da got Amerîka wê destûrê nede Erebistana Siûdî ku ew di mijara firotina reaktorên nukleer da bi Koreya Başûr ra bixebite.
Koreya Başûr demek berê niyeta xwe ya firotina reaktorên nukleer a ji Erebistana Siûdî ra eşkere kiribû, lê Amerîkayê ji ber hinceta di reaktoran da teknolojiya Amerîkayê heye bertek nîşanî vê daxwaza Koreya Başûr dabû.