Dinya

"Em bixwazin em dikarin bi telefonekê bikevin welatekî"

Serokê Amerîkayê Donald Trump: "Li Îranê ka wê çi bibe em bibînin. Eger em bixwazin em dikarin bi telefonekê bikevine welatekê. Ne şerte ev îro çêbibe. Dibe ev tişt sibê yan du hefteyên din jî bibe"

Fatih Gazioğlu  | 19.09.2019 - Rojanekırın : 20.09.2019
"Em bixwazin em dikarin bi telefonekê bikevin welatekî"

Washington DC

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser îhtimala midaxaleyeke li dijî Îranê wiha got: "Li Îranê ka wê çi bibe em bibînin. Eger em bixwazin em dikarin bi telefonekê bikevine welatekê. Ne şerte ev îro çêbibe. Dibe ev tişt sibê yan du hefteyên din jî bibe."

Trump, xebatên çêkirina dîwarê li sînorê Meksîkayê tên kirin ziyaret kir û li vir pirsên rojnamevanan bersivandin.

Donald Trump li ser pirsa îhtimala midaxaleyeke dijî Îranê da wiha got, "Li Îranê ka wê çi bibe em bibînin. Eger em bixwazin em dikarin bi telefonekê bikevine welatekê. Ne şerte ev îro çêbibe. Dibe ev tişt sibê yan du hefteyên din jî bibe."

Trump li ser pirseke der heqê John Boltonê ku hefteya borî ji wezîfeya Şêwirmendiya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî hatibû dûrxistin jî got: "Fikrên me û wî eynî nebûn. Mirovên şibiya Bolton dixwestin bikevine Iraqê. Li wir pîlanên me xera bûn. Em li wir bûn polêsên Rojhilata Navîn. Ev tiştekî xeternak bû."

Trump li ser pirsa çêkirina dîwarê li ser sînorê Meksîkayê jî wiha axivî: "Êdî şibiya berê zêde mirov nikarin ji sînor derbas bibin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.