Nihat Kavşut
19 Îlon 2019•Rojanekirin: 20 Îlon 2019
Li Efxanistanê li Kalata bajarê navenda wilayeta Zabulê li ber avahiya îstixbaratê bi wesaîta bombebarkirî êrîş hat kirin û ji ber êrîşê 15 kes hatin kuştin û 66 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên rayedarên ewlehiyê li texma herêma ku êrîş hat kirin Nexweşxaneya Zabulê jî heye û nexweş û xizmên wan jî birîndar bûne.
Nasrat Rehîmiyê Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî daxuyanî da rojnamevanan û got ku ji ber êrîşê 15 kes hatin kuştin û 66 kes birîndar bûn.
Rehîmî diyar kir di nav kesên hatin kuştin da 2 polês hene û got ku hemû birîndar jî kesên sivîl in.
Talibanê êrîş hilda ser xwe û îdia kir ku ji ber êrîşê gelek hêzên ewlehiyê û xebatkarên îstixbaratê hatine kuştin.