Haydar Şahin
04 Gulan 2019•Rojanekirin: 05 Gulan 2019
El-Ehrara têlevîzyona Libyayê diyar kir ku ji 2 rojnamevanên wan ên li Terablusê wezîfe dikirin tu xeberê hilnadin.
Di daxuyaniya têlevîzyona Ehrarê da diyarkirin ku ji roja pêncşemê vir da ji Mihemed Karac û Mihemed Şeybaniyê li başûrê Terablusê wezîfe dikirin tu xeber hilnedan û fikar ew e ku herdu rojnamevan winda bûne.
Tê îdiakirin ku herdu rojnamevan bi destê hêzên General Xelîfe Hefter dîl hatine girtin û birine ciyekî.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li gor peymanên navneteweyî û qanûnên Libyayê dîlgirtina rojnamevanan sûc e, ji kesên ku rojnamevan dîl girtin xwestin ku bira der barê wan da agahiyan bidin û demildest wan berdin.
Stephen Dugrickê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî duh di daxuyaniya xwe da gotibû 2 rojnamevan roja pêncşemê li Libyayê hatin revandin.
- Ji UMHyê bertek
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî ya Libyayê (UMH) ya nivîskî da dîlgirtina 2 rojnamvenên têlevîzyona Ehrarê hat şermezarkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ev kirina hemû qanûn û peymanên navneteweyî yên dibêjin di rewşa şer û pevçûnan da dibê rojnamevan werin parastinê binpê dike.
Hêzên Hefter der barê mijarê da hê daxuyaniyek nedane.