Haydar Şahin
07 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2017
BEXDA
Hat ragihandin ku hikûmeta Iraqê noteya dîplomatîk da Amerîkaya ku Quds wekî "paytextê Îsraîlê" nas kir.
Ehmed Mehcûbê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Iraqê di daxuyaniya nivîskî da got ji ber biryara Donald Trumpê Serokê Amerîkayê Balyozê Bexdayê Douglas Sîllîman gazî wezaretê kirin û note danê.
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê do êvarê di civîna çapemeniyê da li berevajiyê biryara Konseya Ewlekariyê ya NYyê ya bi hejmara 478an a ku bi destê Îsraîlê wek paytext îlankirina Qudsê red dike got, "Êdî dema wê hat ku Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas bikin".
Îsraîlê di sala 1980yî da Qudsa Rojhilat a ku dagir kiribû wek paytext îlan kiribû. KENYê li ser vê biryara bi hejmara 478an dabû.
Wek mayîn Trump diyar kiribû ku talîmat daye Wezareta Karên Derva ji bo ku balyozxaneya li Tel Evîvê barî Qudsê bikin dest bi amadehiyan bikin.