Türkan Tosun
17 Mijdar 2017•Rojanekirin: 18 Mijdar 2017
BEXDA
Hat ragihandin hêzên Iraqê ketin navçeya Raweyê ya ku herêma herî dawîn a di destê DEAŞa rêxistina terorî de bû.
Kêsê ewlekariyê yê ku daxuyanî da AAyê got hêzên artêşa Iraqê serê sibê operasyonek dan destpêkirin û ji sê aliyan êrîş kirin û ketin Ravayê.
Balafirên koalîsyonê jî ji esman piştgiriyê didin artêşa Iraqê û hêzên eşîran ên li herêmê.
Raweya ku li rojavayê Iraqê ye ji sala 2014an vir ve herêma herî dawîn bû ku di destê DEAŞê de bû.