Abdullah Tel
17 Mijdar 2017•Rojanekirin: 17 Mijdar 2017
ANKARA
Serokomar Erdogan diyar kir ku têkoşîna li dijî terorê heta terorîstê dawîn teslîm bibe wê bi biryardarî dewam bike û wiha pê da çû: "Dilê me dê bi kesên berê çekan didin Tirkiye û miletê tirk û xwedî niyeteke wisa ne neşewite."
Erdogan wiha dewam kir:
"Me faîz daxist, enflasyon jî bû yekxane. Niha binêrin faîz dîsa bilind dibe û enflasyon jî ber bi aliyê ku bibe duxane ve diçe. Bankeya Navend dibêje 'Dûmahiya salê wê bibe ev.' Ê bo çi? Wê çend caran revîze kirin, tiştên ku hûn dibêjin çênebû û nayên cih jî. Rêya wê xelet e. Dibêjin 'Midaxelayê Bankeya Navendî nekin, xweseriya wan heye." Temam, lê ji ber ku em midaxele nakin wiha lê tê. Teblo eşkere ye."
"Li gorî qenaeta min faîz sedem û enflasyon jî encam e. Kesên di vê mijarê da ji min fehm nakin helbet wê fehm bikin. Enflasyon filan tişt û bêvan tişt e, ango ji xiyar û seleteyê yan jî filan tiştî dernakeve. Sedemê sereke yê enflasyonê faîz e. Hûn ê vê fehm bikin. Jixwe hemû geşedan vê piştrast dikin. Hemû rastî vê nîşan didin, lê hê jî kesên fehm nakin û naxwazin fehm bikin dixwazin bi hişmendiya kesên li Rojavayê çareser bikin."
"Tiştekî fêm nakin, ya ku fêm nakin ev e; hûn ji bo lobiya faîzê dixebitin. Lobiya faîzê ma wê vê daxe? Helbet wê danexe. Li vî welatî niha kî û kîjan sazî herî zêde pereyan qezenc dikin? Kesên xwedî bankeyan in, qada fînansê ye, ew pereyan dixwin. Baş e, çima di veberhênan de pirsgirêkên me hene? Heke tu rabî bi faîzeke ew qas zêde krediyan bidî, helbet li vî welatî veberhênan nameşin û disekinin. Mesele ev e. Lê em hê jî nikarin vê bidin fêmkirin. Di vê mijarê de mixabin bankeyên dewletê jî hê tund û bi mihafezakarî tevdigerin."
"Niha li bakûrê Sûriyeyê 5 baregehên esmanî û 8 jî yên normal ên Emrîkayê hene. Niha yekê jî li Reqayê ava dike. Dike çend, dike 14 baregeh. Ev hemû rastî li holê ne û tê zanîn. Gelo hûn ji 12 hezar kîlometre dûriyê çima tên Sûriyeyê? Ma em nikarin vê pirs bikin?"
"Kê DEAŞ derxistibe yê PYD ava kir jî heman kes e. Kî PYD derdixe pêş, yê rêveberiya bakurê Iraqê ber bi îlankirina serxwebûnê va kar kir û xwest li Iraqê bêîstiqrariyê kûr bike heman kes e. Lê divê em ji bîr nekin ku heman hêz hê jî FETOyê di bin mertalên xwe yên parastinê da xwedî dikin û dixwazin mezin bikin."