Abdullah Tel
17 Mijdar 2017•Rojanekirin: 18 Mijdar 2017
KILÎS/HATAY/ŞANLIURFA
Li ser sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê da piraniya "Dîwarê moduler" ê ku ji bo rê li ber neyêniyan bigire tê avakirin li ber qedandinê ye.
Dîwar bi armanca qadên tesîra rêxistinên terorî lê hene kêm bike û tesîra wan ji holê rake tê danîn.
Dîwarê ji Yayladaga navçeya Hetayê dest pê dike ji xeta Kilîs, Gazîentab, Şanliurfa û Mêrdînê dewam dike.
Her blokeke betonê ya 3 metre dirêj, 4 metre bilind e bi qasî 7 tonî diavêje û bi avakirina dîwar him ewlehiya sînor zêde dibe û him jî herêm ji rêxistinên terorî tê paqijkirin.
Li ser dîwarê tê avakirin bircên bizirx ên 8 metre bilind in hatine danîn û tê da çekên otomotîk û pergala anonsê jî hatine bicihkirin.
- Hatay
Waliyê Hatayê Erdal Ata daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi armanca rê li ber qaçaxçîtî û terorîst û qaçaxên bi dereqanûnî derbasî welêt dibin bê girtin ser sînorê bajêr ê bi Sûriyeyê ra 230 kîlometre dîwarê moduler hat plankirin û ji wî dîwarî niha qismê ji 201,5 kîlometreyî pêk tê bi temamî qediyaye.
- Kilîs
Waliyê Kilîsê Mehmet Tekînarslan jî got ku li hemberî talûkeyên li Sûriyeyê diqewimin divê ewlehiya sînorê welêt bê parastin.
- Şanliurfa
Qaymeqamê Sirûcê Ferhat Sînanoglu jî destnîşan kir ku dîwarê moduler ê tê avakirin demek ji ber şerê li Kobanê (Eyn el-Erab)ê qewimî bû di rojevê da cih girt.