Abdullah Tel
28 Tebax 2018•Rojanekirin: 29 Tebax 2018
CENEVRE
Heyeta Yêmenê ya navneteweyî ya ku bi pêşîkêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat avakirin destnîşan kir delîlên maqûl ên nîşan didin ku ji hikûmeta Yêmenê û koalîsyona di serkêşiya Erebistana Siûdî da li Yêmenê sûcên şer kirine.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NYyê Zeyd Raad el Hiseyîn par ji bo tespîta binpêkirina mafên mirovan ên li Yêmenê heyeteke ji 3 kesan pêk dihat ava kiribû û rapora wê heyetê eşkere kir.
Di rapora heyeta ku ji "pisporên herêmî û navneteweyî yên tên naskirin" da hat gotin ku di êrîşên hewayî yên koalîsyona di serkêşiya Erebistana Siûdî da sivîl jî hatin kuştin û raporê wiha dewam kir: "Di êrîşên hewayî da war, deverên bazarê, deverên şîn û cinazeyan, dewet, navendên binçavkirinê, kelekên sivîlan û heta saziyên tenduristiyê jî hatine bombekirin."
Di raporê da hat destnîşankirin ku ji ber sûcên navneteweyî lazim e ji hikûmeta Yêmenê hin kes û hin mensûbên hêzên Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb bên darizandin.
Li gor daneyên saziyên NYyê ji Adara sala 2015an heta 23ê Tebaxa sala 2018an di şerê navxweyî yê li welêt da 6 hezar û 660 sivîl hatin kuştin û 10 hezar û 563 sivîl jî birîndar bûn û hat gotin ku jimara heqîqî ji vê gelekî zêdetir e.