30 Nîsan 2017•Rojanekirin: 01 Gulan 2017
KABUL
Gulbedîn Hikmetyarê Serokê Partiya Hizba Îslamî ku grûbeke muxalif û çekdar e û par li Efxanistanê bi hikûmetê ra peymana aştiyê îmze kir, bi salan şûnda ligel alîgirên xwe hat cem hev.
Hikmetyar li bajarê Meharlamê ku navenda parêzgeha Lagmana li rojhilatê welat e, xîtabî qelebalixiyê kir û destnîşan kir ku pêdiviya Efxanistanê bi hikûmeteke navendî û bihêz heye.
Hikmetyar bal kişand ku bona bihêzbûna hikûmeta navendî ewê bêyî ku li çaverêyî tu berjewendiyî be, xebateke cidî bike û herwiha diyar kir ku welat, welatê hemû efxanan e û wiha xeber da, "Divê em ji bo ku xelkê Efxanistanê di nava aramî û aştiyê da bijî, xebatê bikin."
Hikmetyar bangî grûbên terorî yên li Efxanistanê kir ku çekan daynin û herwiha ragihand ku şerê Talîbanê yê dijî hikûmetê ne durist e.
- "Em naxwazin nuqutek xwîn jî birije"
Hikmetyar di axaftina xwe da bal kişand ku ew naxwazin êdî li Efxanistanê nuqutek jî xwîn birije û guhertina di hikûmetê da jî divê bi îradeya gel va çêbe.
Herwisa Hikmetyar xeberdana xwe wiha domand, "Em êdî şer naxwazin û tehemula me tune ku zarok êtîm bimînin. Êdî hêz û qudreta gelê Efxanistanê tune ku ji vê yekê ra teyax bike."
Hikmetyarê ku qedera 20 sal bi şûnda li Efxanistanê derket hizûra gel, bal kişand ku partiya wî di serdemeke ku baweriya wê bi têkoşîna çekdariyê hebû, şerê çekdariyê meşand, lê êdî wan dît ku tu xêra têkoşîneke bi vî rengî bona welat tune û loma jî wan aşitî hilbijart.
Hikmetyar herwiha bangî hikûmeta efxan kir ku xalên rêkeftinê bicih bîne û herwiha endamên partiyê yên girtî, berde.
- Peymana aştiyê
Di navbera Serokê Dewleta Efxanistanê Eşref Xenî û serokê Hizba Îslamî Hikmetyar da par peymana aştiyê hatibû îmzekirin.
Di nava xalên peymanê da madeyên wekî, wê navê Hikmetyar û endamên partiyê ji lîsteya reş a navneteweyî bên jêbirin, bona ewlekariya van kesan wê li Kabulê binkeyek were avakirin, wê ji derfetên dewletê sûdê werbigirin û herwiha mensûbên partiyê yên tewqûfkirî bên berdan, hene.
Partiya Hizba Îslamî ev 14 sal bûn li dijî hikûmeta Efxanistanê şer dikir. Endamên partiyê çendîn caran Kabul di serî da, li bajarên cuda li dijî hêzên ewlekariyê û biyaniyan êriş pêk anîbûn.