Muhammet Kurşun
29 Nîsan 2017•Rojanekirin: 30 Nîsan 2017
BERLİN
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, ragihand ku Tirkiye ji bo NATOyê welatekî gelekî girîng e.
Stoltenberg ji bo rojnameya Almanyayê ya bi navê "Welt am Sonntag" axivî û diyar kir ku Tirkiye li Efxanistan, Kosova û Behra Spî bû navenda NATOyê û fêdeyeke baş gihandiyê.
Sekreterê NATOyê li ser Tirkiyê wiha nirxandin kir:
"Bêguman dê NATO bêyî Tirkiyê zeîf bike. Tirkiye nêzîkî Sûriye û Iraqê ye û ew der jî cihê krîzê ne. Ji ber pozisyona wê ya cografîk û qabiliyeta wê ya eskerî di şerê DEAŞê de jî xwedî girîngiyeke mezin e."
Ji aliyekî din ve jî Stoltenberg bal kişand ser têkiliyên NATO û Rûsyayê û nêzîkbûna Tirkiyê Li Behra Reş û got: "Tirkiye ji bo ewlehiya Ewropayê û NATOyê welatekî mifte ye."
Herwiha rexne li polîtiya welatên Rojava der barê Tirkiyê de girt û wiha axivî:
"Ez hana muttefiqan didim ku dualî rêzê nîşan bidin, sakin bin û gavên xwe bipîvan biavêjin."
Stoltenberg di dawiyê de nirxandina xwe ji bo Tirkiyê wiha kir:
"Ji kerema xwe bifikirin, ji dêvla Tirkiyê bila welatekî ê NATOyê rastî ew qas êrişên terorî hatibe. Heqê vî welatî heye ku xwe biparêze û kesên beşdarî hewla derbeya şkestî ya 15ê Tîrmehê bûne ceza bike. Lê divê ev di çarçoveya prensîbên hiqûqê de bin."