Muhammet Kurşun
30 Nîsan 2017•Rojanekirin: 30 Nîsan 2017
HEWLÊR
Endamekî Encumena Siyasî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ji Amûdê ragihand ku li 4 dibistanên bajarê Amûdê rêxistina terorî PKKyê 14 zarok ji mektebên wan derxistine û ew birine nava hêzên xwe.
Endamê ENKSyê li Amûdê Îsmaîl Hemo ji malpera resmî ya PDKyê re wiha daxuyanî da: “Li 4 dibistanên Amûdê çekdarên PKKyê bi çekan êriş kirin ser xwendekaran û 14 kes ji wan girtin. Ew birine leşkeriya bizorê, da ku li Reqayê şer bikin.”
Hemo wek din wiha agahî dan: “Malbatên wan zarokan li dûv zarokên xwe digerin û serdana asayişa PKKyê dikin, lê ew ji wan re dibêjin zarokên we bi kêfa xwe hatine û tevlî me bûne.”
Wî endamê ENKSyê li Amûdê wiha domand: “Hinek ji wan zarokan navê wan ev in: Rêzan Mihemed, Dilovan Îsmaîl, Bilind Arif, Şivan Şêxo Hemê, Ebdulcebar Şêxo Hemê. Herwiha ji ber tirsa PKKyê êdî xelk newêrin zarokên xwe bişînin dibistinan.”