06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 08 Nîsan 2017
MEKKE
Hat ragihandin ku Mihemed Salih bîn Tahirê Wezîrê Hec û Umreyê yê Erebistana Siûdî, Serokê Karûbarên Hec û Umreyê yê Îranê Hemîd Mihemed û heyeta pê ra qebûl kir.
Li gor xebera SPAya ajansa xeberan a Erebistana Siûdî, Serokê Karûbarên Hec û Umreyê yê Îranê Hemîd Mihemed ji bo temasên li ser îbadeta hec a 2017an hat welêt û Mihemed Salih bîn Tahirê Wezîrê Hec û Umreyê yê Erebistana Siûdî ew li ofêsa xwe qebûl kir.
Hat destnîşankirin ku di hevdîtinê da li ser amadehiyên ewledar hatina welêt, barkirin, bicihbûn û vegera heciyan sekinîn.
Riza Salihî Emîriyê Wezîrê Çand û Îrşada Îslamî ya Îranê gotibû heke Erebistana Siûdî ewlehiya heciyan pêk bîne û "perê xunê" yê heciyên ku di îzdihama heca 2015an da mirin bide dikarin îsal welatiyên Îranê bişînin hecê.
- Welatiyên Îranê sala par neçûn hecê
Di hecê du sala berê da çaxa ku şeytan kevir dikirin li Mînayê îzdiham çêbibû û li gor rayedarên Erebistana Siûdî 769 kes miribûn. Tehranê jî eşkere kiribû ji wan heciyan 464 kes welatiyên Îranê ne û sûc avêtibû ser rêveberiya Riyadê ku ewlehiya heciyan pêk neaniye. Herdu welat sala par bi hev ra axifîbûn lêbelê li hev nekiribûn, li ser vê Îranê destûr nedabû welatiyên xwe ku herin hecê.