Dinya

Hevpeymana bi serkêşiya Erebistana Siûdî firokeya bêfirokevan a Hûsiyan daxist

Önder Beyter  | 19.11.2020 - Rojanekırın : 19.11.2020
Hevpeymana bi serkêşiya Erebistana Siûdî firokeya bêfirokevan a Hûsiyan daxist

Suudi Arabistan

Hat ragihandin, firokeyeke bêfirokevan a teqemenî barkirî ya ku Hûsiyan ji Yêmenê şand Erebistana Siûdî, hat daxistin.

Berdevkê hêzên hevpeymana bi serkêşiya Erebistana Siûdî Tirkî el-Malîkî di daxuyaniya xwe ya ku li ser ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê hat weşandin da destnîşan kir, firokeyeke bêfirokevan a teqemenî barkirî ya ku bo başûrê welêt hat şandin, hat daxistin.

Malîkî diyar kir ku firokeyên bêfirokevan ji hêla Hûsiyan bi awayekî sîstematîk li dijî cîwarên sivîlan mexsûs tên şandin.

Berdevk der heqê wê yekê da agahî neda ka firoke ji ku dera Yêmenê bo kîjan bajarê li başûrê Erebistana Siûdî hat şandin.

Hêzên hevpeymanê di daxuyaniya xwe ya îna çûyî da ragihandibû, 5 firokeyên bêfirokevan ên Hûsiyan hatin daxistin.

Li Yêmena ku ev demeke dirêj e îstiqrara siyasî tuneye, Hûsiyan ji îlona 2014an vir va paytexta Yêmenê Sana di serî da hin herêm kirine bin kontrola xwe.

Hevpeymana di bin serkêşiya Erebistana Siûdî da jî ji adara 2015an vir va li dijî Hûsiyan piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.