ekîp
21 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2017
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser maweya xwepêşandanên dijî hikûmetê yên li Silêmaniyê û diyar kir ku ew bi talûkeyeke mezin ra rûbirû ne.
Barzanî piştî civîna heftane ya Lijneya Wezîran der heqê xwepêşandanên dijî hikûmetê û derengketina dayîna meaşan da daxuyanî da rojnamegeran.
Barzanî îdia kir ku li paş xwepêşandanên dijî hikûmetê yên li bajarê Silêmanî û derdora wê "hin dest" hene û wiha dewam kir:
"Divê em lê mêze kin bê ka van (xwepêşandanên dijî hikûmetê) kîngê dest pê kir. Çaxa ku hêzên Iraqê li Eniya Mexmûrê gef li Pêşmerge xwar li Silêmaniyê çalakiyên provokatîf ên hevdem dest pê kirin. Herêma Kurdistanê îro bi talûkeyeke pir cidî ra rûbirû ye. Em divê li hemberî vê meseleyê pir hesas û baldar bin. Heger em nebin yek û vê pêvajoyê derbas nekin, wê serkeftiyê vê rewşê tunebe. Divê em wê yekê baş bibînin ku li ser herêma me hesabên pir mezin tên kirin. Çareserî bi tenê yekbûn e, desthevgirtin e."
Barzanî destnîşan kir ku gel mafdar e ku mehaneya xwe tam dixwaze, lê piştî ku bîrên neftê yên li Kerkûkê di 16ê cotmehê da ji destê Herêma Kurdistana Iraqê derketin, dahat nîvenîv ket û wiha dewam kir: "Digel vê di navbera me û Îranê da tenê deriyek vekirî ye, yên din girtî ne. Ji malên ku li ser herêma me ra sewqî herêmên din ên Iraqê dibin jî Heşda Şebî bi navê gumrikê bacê distîne. Ev hemû dibin sedema kêmbûna dahatan."
Barzanî wiha got: "Ne rast e ku em hatine rewşeke wisa ku nikarin mehaneyan bidin. Çi qas ji destê me were em ê peydakirina mehaneyên gel bidomînin."
- Xwepêşandanên li dijî hikûmetê yên li HKIyê
Li Silêmaniyê hin mamosteyan bi hinceta "gendelî û mehaneyên derengmayî" serê hefteyê protesto da destpêkirin û protesto di demeke kin da veguherî xwepêşandanên girseyî. Li Herêma Kurdistana Iraqê partiya Goranê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê xurt e.
Çalakiyên li Silêmaniyeyê dest pê kirin li hin navçeyên din jî hatin kirin. Di çalakiyan da gelek avahiyên partiyên siyasî û qamûyê hatin şewitandin û heta niha di bûyeran da 5 kes mirin û 93 kes jî birîndar bûn.