İbrahim Atmaca
21 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Ji Amerîkayê ra çi dibêjin, 'çavkaniya demokrasiyê'. Çavkaniya demokrasiyê li dinyayê digere ku bi dolar îradeyan bikire. Birêz Trump hûn nikarin îradeya demokrasiyê ya Tirkiyeyê bi dolarên xwe bikirin, biryara me diyar e. Ez bangî hemû dinyayê jî dikim. Nebî nebî hûn di têkoşîna xwe ya demokrasiyê da îradeya xwe bi dolarên wiha hûrik mûrik va bifroşîn hinekan."
Erdogan: "(Li Lijneya Giştî ya NYyê dengdayî Qudsê) Heger ji bo demokrasiyê têkoşînekê were dayîn, wiha bi kirîn û astengkirina îradeyan a bi dolaran va nabe, bihêlin bira herkes bi awayekî azad îradeya xwe biemilîne, nîşan bide. Ez hêvîdar im ku îro Amerîka wê encama ku li pey e wernegire û di vê mijarê da jî dinya wê derseke baş bide Amerîkayê."
Erdogan: "(Der barê parvekirina Zayedê Wezîrê Karên Derva yê MYEyê da) Li Qesra Topkapiyê cihê ku emanetên pîroz tê de ne 24 saetan Qur'ana Pîroz tê xwendin, li wê derê niha ev pevajoya parastinê didome. Bawer bikin kesê ev heqaret kir, ev bêhurmetî kir hûn ji wî bipirsin 'gelo ev emanet çi ye" ew nizane. Ev kes hin jî cahil in."
Erdogan: "Heger em Fexreddîn Paşa û parastina Medîneyê nizanibin, wiha yekî ku xwe nas nake derdikeve û ji me ra dibêje 'bav û kalên Erdogan wiha kirine'. Heta ewqas kirêt û bêbext dibe ku dibêje 'diz in.' Ev zilam şotirê kê ye? Ji ber neft û pereyê di dest da şotirî bûye. Bêşermo, wexta bav û kalên min Medîne diparastin bav û kalên te li ku derê bûn? Beriya her tiştî tu hesabê vê bide me."