Hejmara kesên ku di erdheja li nêzî Katmandûya paytexta Nepalê qewimî de mirin ji 7 hezarî derbas bû.
Berpirsyarê polêsan Babû Kanjî Gîrî diyar kir ku heta niha 7 hezar û 40 kes di erdheja 25ê Nîsanê roja şemiyê qewimî de mirin û ji 14 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Rayedara Wezareta Tenduristiyê ya Nepalê Santa Shrestha jî destnîşan kir ku ji erdhejê heta niha nexweşiyeke ku di nav xelkê de bilav bibe nehatiye tespîtkirin lê hin herêman kesên emel dibin zêde ne. Shresthayê ragihand ku demildest ekîbên tendiristiyê şandin wan herêman.
Ji hêla din ve hat ragihandin niha destûr nayê dayîn ku balafirên mezin ên eskerî û kargoyê li Balafirgeha Navneteweyî ya Trîbhûwanê deynin. Ji bo vê biryarê Midûrê Balafirgehê Birendra Shrestha daxuyanî da û got ku pîstên balafirgehê li gor balafirên biçûk û navîn hatin çêkirin lê ev hefteyeke balafirên mezin jî amûrên alîkariyê tînin û datînin, ji ber vê jî di pîstê de xesar pêk hat.
Rayedar jî dixwazin ku bila amûrên alîkariyê bi balafirên biçûk ji wan re bên şandin.
Di 25ê Nîsanê saet 11,56an de li Lamjûnga ku 800 kîlometre li rojhilatê başûrê Katmandûyê dimîne erdhejeke bi lerza wî 7.8 bû pêk hatibû.