Hacer Çakır
27 Gulan 2024•Rojanekirin: 28 Gulan 2024
Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya duh a dijî kampa Filistîniyên derbederbûyî ya li bajarê Refahê yê li başûrê Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 45an.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê da agahiyên rojane yên der barê êrîşa Îsraîlê ya duh êvarê ya dijî konbajarê Filistîniyên derbederbûyî ya li bajarê Refahê da hatin parvekirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, hejmara kuştiyên êrîşê derket 45an, ya birîndaran derket 249an û her wiha ji kesên hatin kuştin 23 jê jin, zarok û her wisa kal û pîr in.
Îsraîlê digel biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya rawestandina êrîşan, duh li bajarê Refahê konên Filistîniyên derbederbûyî bordûman kiribûn.