Ahmet Furkan Mercan
09 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2024
Li eyaleta Îşîkawayê ya ku dikeve rojavayê Japonyayê û li qeraxê Nîvegirava Notoyê ya li vê herêmê hejmara kesên ku di erdhejan da mirin derket 202yan.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Eyaleta Îşîkawayê, di hefteya ewil a meha rêbendanê da gelek erdhej çêbûn û jimara kesên ku di van erdhejan da mirin derket 202yan.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji 28 hezarî zêdetir kes li baregeha texliyeyê dimînin, ji ber rêyên ku hatin girtin 3 hezar û 300 kes mehsûr man.
Hat diyarkirin, li giştiyê Nîvgirava Notoyê hejmara kesên aqûbeta wan nayê zanîn 102, ya birîndarên tên tedawîkirin jî 565 e.
Li gor Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) di navbera 1-5ê Rêbendanê da li peravên Îşîkawayê û li Girava Notoyê bi mezinahiya 5 û 7an gelek caran erd hejiyabû.