Muhammed Emin Canik
19 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2022
Arjantîn piştî ku di Kupaya Dinyayê ya 2022 FIFAyê da li Qeterê bû şampiyon li welêt serkeftîna wê hat pîrozkirin.
Li paytext Buenos Airesê bi hezaran kes li hev civiyan û li ser ekranên mezin pêşpirka futbolê temaşe kirin.
Dema di pêşbirkê da Tîma Neteweyî bi ser ket û li hemberî Fransayê bû şampiyon gel kêfxweş bû.
Gelê Arjantînê futbolê gelekî hez dike ku 36 sal berê bi saya futbolîstê navdar Dîego Armando Maradona Arjantîn bûbû şampiyonê dinyayê.

Piştî 36 salan li kuçeyên Buenos Aîresê şampîyonî dîsa hat pîrozkirin.
Welatî Adalberto got ev şampiyonî tîştekî dîrokî ye û ew gelekî kêfxweş in û wiha dewam kir: "Wek pêşbirkên 1978 û 1986an, lê Kupayê Dinyayê ya herî baş e. Tîma Neteweyî vê serkeftinê heq kir, kesî me têk nebir. 5-6 milyon kes ber bi navenda bajêr va diçin."

Fernando jî anî ziman ji ber ku şampiyonî bûye para wan ew kêfxweş in û wiha axivî: "Ez ji bo Messî pir kêfxweş im. Em ji berê va futbolê hez dikin. Ez ji xwe zêdetir ji bo Messî kêfxweş im. Di deqîqeya 90î da divê em bi ser biketana. Me ji Fransayê baştir lîst, ne hewce bû em evqas aciz bibin, lê em ji bo vê hatine dinyayê."

Maîroyê ji ber kêfxweşiyê rondik baran jî got hê di salên 90î da wan Arjantînê serkeftîn heq dikir, lê ew hînî zehmetiyê bûne.
Îngrîdê ji Almanyayê ye jî got ew beriya 2 saetan hatine parkê ku pêşbirkê temaşe bikin û anî ziman ku pêşbirkeke gelekî xweş bû.
Gelê Arjantînê heta dereng li kuçe û kolanên Buenos Aîresê şampiyoniyê pîroz kir.