Bayram Malkanê boksor yê ji Agiriyê di "Şampiyoniya Boksê ya Ferdî ya Xortên Stêrk ên Tirkiyeyê" de bû şampiyonê Tirkiyeyê.
Pêşbirk li Artvînê hat lidarxistin û ji 48 bajaran 515 werzişvan beşdarî pêşbirkê bûn. Malkan di 70 kîloyî de pêşbazî kir. Malkan werzişvanê hemberî xwe têk bir û bû şampiyonê Tirkiyeyê.
Malkan bi vê serkeftinê ve wê beşdarî kampa tîma neteweyî bibe û wê di pêşbirkên navneteweyî de wê welêt temsîl bike.