Sevim Hatun
2017 ж. 16 қараша•Rojanekirin: 2017 ж. 17 қараша
WASHINGTON
Pisporê Herîtage Foundation Emrîkayê Luke Coffey got ku ji aliyê Emerîkayê ve biçekkirina PKK/PYDê "lîstikeke bitalûke ye."
Heritage Foundationdan Douglas û Dîrektorê Navenda Polîtîkaya Derva Coffey di panela "Weqfa Lêkolîna Siyaset, Aborî û Civakê ya Şaxa Washingtonê (SETA DC)" ya bi navê "Li Sûriyeyê Jihevcihêbûn:Operasyona Îdlibê ya Tirkiyeyê" de axivî.
Coffey got ku DYAyê çavkaniyên xwe ji bo stratejiya li bakurê Sûriyeyê birêve dibe serf dike ev "nedîtina pêşîya xwe ye" û destnîşan kir ku hêzên Emrîkayê wê demeke dirêj li bakurê Sûriyeyê bimînin û dibe ku encama vê stratejiyê erênî nebe.
Coffey got: "Manşetên wekî Reqa ket em dibînin, bi van manşetan kêfxweş dibin. Ya ku siyasetmedar û miletê Emrîkayê dixwazin bibihîzin ev e."